Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Misir û Qeter Bang li Hamas û Îsraîlê Dikin ku 15'ê Tebaxê Danûstandinan Bidomînin


Rêberên Amerîka, Misir û Qeterê roja Pêncşemê bang li Îsraîl û Hamasê kirin ku jibo encamdana peymana ser agirbesta Gaza û berdana dîlan 15’ê Tebaxê gotûbêjan bidomînin.

Her sê dewletan, jibo lihevkirinê hewil didin navbeynkarîyê bikin, bi daxuyanîyekê dîyar kir ku civîn yan li Doha yan jî li Qahîre dikare were lidarxistin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku peymana çarçove êdî li ser maseyê ye û bi tenê hûrgilî mane.

Wan dewletan dîyar kir ku êdî wext hatiye ku dîl werin berdan, agirbest destpê bike û peyman karîger bibe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dîyar kir ku ewê danûstandkarên Îsrîalî jibo civînê amade bin.

Netanyahu got ku armanca wan encamdana hûrgilîyan e û ew dixwazin ku li gor peymana çarçove tevbigerin.

Hamasê ser banga her sê dewletan hîn ti şirove nekiriye.

Dîmenek ji êrîşên Îsraîlê ser armancên Hizbullahê li başûrê Libnanê. (8ê Tebaxê, 2024)
Dîmenek ji êrîşên Îsraîlê ser armancên Hizbullahê li başûrê Libnanê. (8ê Tebaxê, 2024)

Banga her sê dewletan li vê demê rast tê ku ser kuştina endamên payabilind yên Hamas û Hizbulahê fikar çêbûne ku Îran jî beşdarîyê li pevçûnan bike û şer veguhere şerekî berfireh ya herêmê.

Karbidestekî payabilind yê rêvebirîya Amerîka got ku jiber kêşeyên cidî yên wek rêza pevguhertinên Îsraîl û Hamasê ew ne li bendê ku peyman heta hefteya pêş were îmza kirin.

Wî karbidestî dîyar kir ku divê her du alîyên maseyê divê hin gavan biavêjin.

Li gor ragihandina karbidestê Amerîkî, armanca daxuyanîya hevbeş ya her sê dewletan ne tesîrkirina li Îranê ye, lê girjîya gur bibe dikare zararê bide hêvîyên ser lihevkirina Îsraîl û Hamasê.

Mîsyona Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Pêncşemê got ku ew dixwazin li Gaza agirbesteke mayînde were ragihandin û hêzên Îsraîlî ji herêmê vekişin.

Mîsyonê ser kuştina rêberê sîyasî yê berê yê Hamasê, Îsmaîl Hanîyeh, ku li Tehranê hatibû kuştin, dîyar kir ku divê ‘’êrîşvan were ceza kirin.’’

Şerê li Gaza bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê re gur bû ku li gor hejmarên Îsraîlîyan di wan êrîşan de 1200 kes hatin kuştin û 250 kes jî dîl hatin girtin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha herî kêm 39,699 Filîstînî hatine kuştin. Ew wezaret eşkere nake ku ji kuştîyan çend sîvîl in û çend çekdar in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG