Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxana Amerîka Ser Girtina NRT Û Al-Şarqiye Nerazî Ye


Logoya balyozxaneya Amerîka li Bexda
Logoya balyozxaneya Amerîka li Bexda

Balyozxana Amerîka li Îraqê daxûyanek derbarê azadiya raman û ra derbirînê li Îraqê weşand, daxûyanî dide zanîn ku, Amerîka piştevaniyê dide azadiya Ramanê, jiber ku ew bingehek serekî ya pirsa demokratriyê ye li welatî, weke çawan di destûrê Îraqê de tekez liser hatiye kirin.

Di daxûyanîya balyozxanê de hatîye "Em gelek ne rihetin jiber bûyerên vê dawiyê yên rêgirtina li hember kenalên mediyatîk bi rêya bikar anîna hêzê û tirsandinê, bi taybet binpêkirinên doh êvarî li hember ofîsên NRT li bajarê Silêmaniyê, ji aliyê hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê da, herwiha em ne rihetin jiber daxwazên hin berpirsên hikûmeta Îraqê ya fedral û li parêzgehan ku dixwazin ofîsên kenalê "Al-Şarqiye" bidin girtin.

Daxûyanî dîsan dibêje, erkê hikûmeta Îraqê û hikûmeta herêma kurdistanê ye, azadiya rojnamegeriyê biparêzin û rê bidin kenalên mediyayî karê xwe bi rihetî û bi berpirsiyarî bikin. Amerîka bawerî bi wê yekê heye ku, geşedana demokratiyê li Îraqê û cihên din li herêmê pêdivî bi zêdetir dengan heye li şûna ew bihên bêdeng kirin.

Daxûyanî ji ofîsa berdevkê Balyozxana Amerîka li Bexda derketiye.

XS
SM
MD
LG