Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Chris Wright: Rojane 15 Milyon Bermîlên Petrolê ji Hormuzê Derbaz Dibin

Chris Wright
Chris Wright

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright îro Sêşemê ragihand ku di nava 7 rojan de rêjeya petrola ji Tengava Hormuz rojane derdikve nêzîkî 9 milyon bermîlan e.

Wezîr li ser platforma Xê destnîşan kir ku bi saya hewlên artêşa Amerîkayê û hevalbendên wê yên Kendavê, ew rêje ligel 5-7 milyon bermîlên din ên ku rojane bi rêya boriya nûvekirî tên hinardekirin.

Li gor Wezîr Chris herikîna giştî ya Petrolê rojane gihîştiye nêzî 15 milyon bermîlan, her wiha diyar kir ku tenê di roja Yekşema bûrî de zêdetirî 20 milyon bermîl ji herêma Kendava Erebî derketine ku ev rêje ji asta beriya şer bilindtir e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG