Rêberên welatên pîşesazî yên G7 îro roja Çarşemê ji bo agirbestekê li Libnanê kirin û planên xwe ji bo cûrbecûrkirina rêyên dabînkirina enerjiyê ragihandin.
Rêberan tekezî li ser nehiştina astengiyan kirin ku bi şêweke bilez herêma Tengava Hormuzê aram bibe û astengîyan kêm bikin . Di heman demê de piştgîrîya xwe ji rêkeftineke çavarêkirî ku dê were îmzekirin di nav bera Amerîka û Îraqnê re nîşan dan.
Rêberên G7 û gelek serok û rayedar li Évian-les-Bains, Frensa, li ber Gola Cinêvê, civiyan, daxuyanîyek hevbeş weşand, di daxuyanîyê de amadebûna xwe ji bo beşdarbûna bicîhanîna rêkeftinê de diyar kirin, ji ber ku tê çaverêkirin ku hevpeymaniyek bi serokatiya Brîtanya û Frensayê piştî vebûna Tengava Hormuzê dest bikar bibe, piştî ku roja Înê ku tê çaverêkirin ku rêkeftin were îmzekirin, ku di ewlehiya keştîvaniyê de dê bibe alîkar.
Di daxuyanîya ji alîya ajansa Reutersê ve hate weşandin, rêberan gotin, "Em tekez dikin ku pêwîstiya danûstandinan heye, ji bo çareserkirina gefên ku ji hêla Îranê ve li herêmê û derveyî wê têne kirin, û ji bo ku Îran qet çekek navokî bi dest nexe."
Rêberên G7 di heman daxuyanîyê de banga "agirbesteke bilez" li Libnanê û bêçekkirina Hizbullahê kirin.