Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje ku Washington amadekarîyan dike ku mêvandarîya qehremanîya Cîhanê ya FIFAyê ya herî mezin û çêtirîn a dîrokê bike.
Wezaretê got ku ew ê hin şertên vîzeyê "ji bo rihetîya beşdar û alîgiran" ji holê rake.
Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mora Namdar di postek li ser hesaba xwe ya X’ê de got ku Wezareta Derve dê "mercê kefaletê" ji bo dayîna vîzeyan ji bo lîstikvan, rahêner û karmendên pê re rakin ger ew hemî şertên din ên derbasbûnê bicîh bînin.
Di vê navberê de, Amerîka biryar da ku heman tesîsê pêşkêşî alîgirên welatên beşdar ên ku bilêtên Kûpaya Cîhanê kirîne û di sîstema FIFA’yê de heta15ê Nîsanê navên wan hatîye tomarkirin.
Li gorî daxuyanîyê, hikûmeta Amerîka tekez kir ku her çend ew hewl dide ku rêwîtîyek qanûnî û hêsan ji bo mêvanên qehremanîyê dabîn bike, lê hîn jî pabend e bi "armancên ewlehîya neteweyî" û kontrolên derbasbûnê yên pêwîst .
Qehremanîya Cîhanî ya FIFA’ ya 2026an dê bi hevbeşîya Amerîka, Kanada û Meksîkê were lidarxistin, û tê pêşbînîkirin ku bi mîlyonan mirov ji çar aliyên cîhanê werin Amerîkaya Bakur da ku li lîstikan temaşe bikin.
Ev qehremanî yek ji mezintirîn bûyerên werzîşî yên cîhanê tê hesibandin û tê çaverêkirin ku hejmara tîm û lîstikan zêde bibe.