Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

100 Firokên Şer ên Amerîka li Rojhilata Navîn Hatine Bicihkirin

Li gorî rojnameya Eurasia Times, Amerîka ji niha ve bi bicihkirina nêzîkî 100 firokên şer ên pêşketî serdestîya xwe ya esmanî ya bi bandor li Rojhilata Navîn ava kiriye.

Di pêşengîya vê hêzê de, firoka F22 Raptor heye, ku dê Hêza Esmanî ya Amerîkayê bi rêya wê tevahîya qada herêmê kontrol bike. Firoka F22 dikare bêyî ku were dîtin derbasî esmanê dijminan bibe û êrîşî armancan bike berî ku dijmin jê agahdar bin.

Li kêleka F35 ên nifşa pêncemîn, ku dikarin êrîş bikin û agahîyên îstîxbaratî berhev bikin, Firokên F15 û bi dehan F16 hene ku dihêlin hêza esmanî hem serdestîya esmanî biparêze û hem jî berevanîyên dijmin têk bibe.

Ev pakêta hêzê ji hêla firokên sotemenîyê û keştîyên şer ên Abraham Lincoln û Gerald Ford ve tê piştgirîkirin.

Bicihkirina van hêzan li Rojhilata Navîn ne tenê nîşandana hêzê ya di warê hejmaran de ye, lê di heman demê de nîşaneke girîngdayîna Amerîkayê ye bi serdestîya teknolojî û amadebûna wê ji bo karên dijwar û tevlihev li deverên pir hestîyar û parastî.

Îro roj Rojhilata Navîn ji her demekê berê bêhtir di bin sîya Hêza Esmanî ya Washingtonê de ye.

XS
SM
MD
LG