Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Wê Alîkarîya jibo Gaza bi Baldarî Bişopîne


Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller got ku divê alîkarîyên jibo Gaza seba ew nekevin destê Hamasê bi baldarî werin şopandin.

Amerîka û Misirê li hev kiribûn ku 20 kamyonên alîkarîyê derbazî Gaza bibin, lê hîn ne zelal e ku ewê kengî derbaz bibin.

Miller dîyar kir ku karbidestên Amerîkî bi berpirsên Îsraîlî û Misirî re ser biryarên dawî yên jibo şandina alîkarîyan danûstandinan didomînin.

"Hûrgiliyên ser alîkarîyên jibo Gaza wê di rojên pêş de eşkere bibin. Em dixwazin ku alîkarî domdar bin loma emê wan alîkarîyan bi baldarî bişopînin."

Alîkarî wê ji Misirê di ser derîyê sînor yê Refahê re derbazî Gaza bibin.

Sazîyên alîkarîyê dibêjin ku li Gaza kêmahîya av û dermanan zêdetir dibin û hişyarî didin ku divê alîkarî zû bigihîjin Gaza.

Jêder: VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG