Amerîka ber bi girtina hukûmetê ya dawiya vê hefteyê ve diçe bêyî dîtina rêyeke pêşbînîkirî ya derketina ji xetimandina Kongrêsê li dor bangên komariyan yên tund ji bo kêmkirina lêçûnên mezin.
Sala darayî ya nû ya Amerîkayê di 1ê Cotmehê de dest pê dike, lê nakokiyên tund di partiya komarparî de li ser pîvana deynê federal rê li erêkirina pirojebiryarên berdewamiyan piştgiriya darayî û karê hikûmetê digre.
Tiştên ku dê roja Yekşemê bibin eger hukûmeta Amerîka were girtin:
- Rawestana mûçeyan ji ser karmendên fedralî -
Dê bi sed hezaran karmendên federal bê mûçe bimînin, di heman demê de endamên artêşê û xebatkarên din ên ku wekî bingehîn têne hesibandin dê bêyî mûçe xebata xwe bidomînin.
Sendîkaya Federasyona Karmendên Hikûmetê ya Amerîkî (AFGE) texmîn dike ku girtina tevahî tê wê wateyê ku di dema girtinê de dora 1.8 mîlyon xebatkarên federal mûçeyan wernagirin.
Nêzîkî 850,000 karkerên ne-bingehîn dê werin sekinandin, li gorî Komîteya ne-partî ya Bûdceya Federal a Berpirsyar.
Li gorî AFGE, piştî ku peymaneke diravî pêk were, dê ev sînorkirin bêne rakirin û dê mûçeyên hemî xebatkarên ku ketibûn bin bandora girtinê werin dayîn.
- Tenê karûbarên bingehîn -
Operasyonên ku wekî bingehîn hatine destnîşankirin dê xebata xwe bidomînin.
Lêbelê, dibe ku gelek karûbar bin bandora vê girtinê, di nav de jî serîlêdanên nû yên ewlekariya civakî, hin xizmetên dermanan, vekolînên cîhê xwarin û jîngehê, û parkên neteweyî.
Her ku girtin dirêj bike, dê bandor jî mezintir be.
- Bandora aborî -
Aborînasên Goldman Sachs texmîn dikin ku girtin dê di çaryeka çaremîn de bandorê ji sedî 0,2 li geşbûna aborî bike, ji bo her hefteyek ku ew berdewam bike.
Aborînasên Goldman di têbîniyeke vê dawîyê de ji xerîdaran re nivîsand ku dibe girtin du sê hefteyan bidome, ji ber ku diyar e her aliyek naxwaze tiştekî ji dest bide"
Eger girtin berî dawîya salî raweste, Goldman texmîn dike ku dê geşbûn di destpêka sala pêş de bi heman qasê ku di çaryeka çaremîn de kêm bû zêde bibe, lê lêkolînerên Aborî yên Oxford texmîn dikin ku nîvê jidestdasnê were vegerandin.
Girtinek dikare bandoreke nerasterast jî li ser aboriyê hebe ji ber ku karmendên federal yên bê mûçe, dê dest bi kêmkirina lêçûnên xwe dikin.
Dê girtin bandorekê li ser Wall Street jî bike, ji ber ku her ku muhlet nêzîk dibe, nîşandekên borsayên sereke dadikevin.
- Rawestana Datayên Fedralî -
Aborînas ditirsin ku girtin dê weşana daneyên hukûmeta federal jî bide sekinandin.
Ev fikareke rastîn e ji bo Encûmena Yedekên Fedralî ya Amerîkayê, ku got ew ê ji hêla daneyan ve were rêvekirin dema ew biryarê li ser siyaseta rêjeya faîzê ya siberojê bide. Wê di van demên dawî de, di çaçoveya çareserkirina helawsanê de, bilindkirina nirxên faîzê kêm kir
Bêyî daneyên nû, dê banka navendî neçar bimîne ku biryarên bi bandorên ciddî ji bo aboriya Amerîka bide bêyî ku wêneyek zelal jê re hebe.
Tevî ku girtineke kurt dê bandoreke demdirêj a sînordar hebe, eger qanûndaner nikaribin bi lez bigihin rêkeftinekê, ew dikare bibe pirsgirêkeke mezin.
Çavkanî: AFP