Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eger Heye Hikûmeta Amerîkî Were Girtin. Ev Tê Çi Wateyê?


Avahîya Kongresa Amerîkî.
Avahîya Kongresa Amerîkî.

Eger Kongresa Amerîkî ji nuha heta roja Pênşemê nîvê şevê tiştekî neke, egerek heye ku hikûmeta federal were girtin û di encamê de bêtirî yek mîlyon karmendên federal û yên bi kontrakt dê nikaribin kar bikin.

Bi hezaran karmendên din jî dê neçar bimînin ku kar bikin bê ku dîyar be ewê kengî pereyên xwe bistînin.

Eger hat û hikûmeta federal vê hefteyê hate girtin, ewê bibe cara 21’ê ji sala 1980’ê ve ku hikûmet jiber nebûna diravê tê girtin.

Di dema Serok Joe Biden de jî ewê bibe cara yekê. Ji wexta Serok Jimmy Carter ve (1977 – 1981), her serokekî Amerîkî, ji bilî George W. Bush, bi kêmî carekê rastî vê krîzê darayî hatîye, tevî ku piranîya wan caran hikûmet tenê çend rojan, yan jî çend demjimêran hatîye girtin.

Cara dawî ku hikûmet hate girtin sala 2018an bû, dema serokê wê çaxê Donald Trump û endamên Kongresê yên Demokrat ketin nav alozîyekê derbarê pêşnîyara Trump bo avakirina dîwarekî ser sînorê Amerîka ligel Meksîkoyê. Wê çaxê hikûmet 35 rojan girtî ma.

Lê peyva “girtina hikûmetê” gelek caran şaş tê fêm kirin. Lê jêr qanûnên heyî, dema diravê hikûmetê namîne, ajansên federal neçar dimînin ku hemû karmendên “nepêwîst” bişînin malê. Lê kesên wekî bijîşk û hemşîreyên li nexweşaneyên ku hikûmet birêve dibe dê her kar bikin. Herwiha, efserên Ajansa Ewlekarîya Veguhestinê, endamên leşkerîya Amerîkî û piranîya efserên federal dê li ser karên xwe bimînin.

Lê ev karmendên “pêwîst” ku karên xwe dom dikin dê pere wernegirin heta ku krîza girtinê were çareser kirin.

Serokê berê Trump sala 2019'an fermanek îmze kir, tê de hate misoger kirin ku hemû karmendên federal yên pêwîst û nepêwîst dê pereyên xwe jibo wê dema girtina hikûmetê careke din wergirin.

XS
SM
MD
LG