Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FDA jibo Veguheztina Gurçikên Berazan ji Mirovan re Çira Kesk Pêdixe


Towana Looney ya 53-salî ku di 25’ê Mijdara 2024’an de gurçikek berazan hat veguheztinê wê û 71 roj in sax e.
Towana Looney ya 53-salî ku di 25’ê Mijdara 2024’an de gurçikek berazan hat veguheztinê wê û 71 roj in sax e.

Du kompanîyên bî yoteknîkî yên Amerîkî dibêjin ku Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Amerîka (FDA) destûr daye ku jibo ku gurçikên berazan yên bi gen-guhertî werin veguheztinê mirovan, ew ceribandinên klînîkî bikin.

Kompanîyên United Therapeutics û eGenesis, , ji 2021-an vir ve li ser ceribandinên ku gurçikên berazan di mirovan têne bi cîh kirin, dixebitin: di destpêkê de nexweşên ku mirina mêjîyên wan çêbûne û herî dawî nexweşên hîn sax in.

Pispor hêvî dikin ku ev rêk wê jibo çareserkirina kêmbûna perçe yan organên laş yên mirovan bibe alîkar ku kêşeyek saxlemîyê yê girîng e.

Tenê li Amerîka zêdetirî 100 hezar kes li benda veguhestinê ne, ku ji wan zêdetirî 90 hezar hewcedarê gurçikan in.

FDA pejirandina United Therapeutics roja Duşemê ragihand ku destûra dide ku ger ceribandinên wê serketî bin, kompanî teknolojîya xwe jibo hilberek lîsanskirî pêşve bibe.

Leigh Peterson, cîgirê serokê kompanî jiber destûra FDA ya ser lêkolîna jibo ceribandinan kêfxweşîya xwe dîyar kir.

Peterson destûra lêkolînê wek di mîsyona me ya bêdawî de jibo berfirehkirina hebûna organên veguhezbar gaveke girîng pênase kir.

"Wê ceribandin bi giştî ser 50 kesên bi nexweşîya gurçikê werin kirin, lê di destpêkê de wê tenê 6 nexweşên gurçikê yên di qonaxa dawîn de beşdar bin," United Therapeutics di daxuyanîyekê de got.

Çaverê ye ku veguheztina yekê- gurçikên berazan yên bi gen-guhertî werin veguheztinê mirovekî- di nîvê 2025’an de pêk were.

Di vê navberê de, kompanîya din eGenesis dibêje ku wê jibo lêkolîneke cuda ya ser sê-nexweşên gurçikê di vê Mijdarê de destûra FDA wergirtîye.

"Di lêkolînê de wê nexweşên bi têkçûna gurçikê ku jibo veguheztinê hatine lîste kirin, werin nirxandin,lê yên ku di nav pênc salan de dîtina bexşerekî gurçikê ji kesekî mirî jibo wan egerekê pir hindik e, " eGenesis got.

Xenotransplantasyon - veguheztina organan ji cureyekî (wek mînak heywan) ji cureyê din (wek mînak mirov) re – ku jibo zanistê wek armancek pir girîng, balkêş lê gihîştina wê pir dijwar û hîn ne dîyar tê pênase kirin.

Ceribandinên destpêkê yên ser cureyên pir kêm peşketî têk çûn lê pêşkeftinên di guherîna genan û rêvebirîya pergala berevanîyê de, qada veguheztina gurçikê nêzî rastîyê kiriye.

Beraz wek bexşerên herî guncav in: ew zû mezin dibin, pir çêlakan çêdikin û beşek ji heman zêncêra xwarina mirovan in.

United Therapeutics got ku nexweşên ceribandinê wê di tavahîya jiyanê werin şopandin û rêjeyên saxmayînê, xebata gurçikê, û xeterîya enfeksîyonên zoonotîk - nexweşîyên ku ji heywanan derbazê mirovan dibin, werin nirxandin.

Aniha tenê yek mirovek wek wergirê organek berazan sax e : Towana Looney ya 53-salî ku ji Alabama ye ku di 25’ê Mijdara 2024’an de gurçikek berazan hat veguheztinê wê.

Towana Looney hevdem wergira ku jîyana wê herî dirêj didom e ye, ku roja Sêşemê (2 Sibat 2025) bû 71 roj ku ew bi gurçikeke berazan jîyana xwe didomîne.

David Bennett jî di 2022’an de dilê berazekî wergirt, lê tenê jibo 60 rojan sax ma.
Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG