Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şeveke Din a Êrîşên Amerîka yên Dijî Îranê Dest Pê Kir

This screen grab made on July 18, 2026 from handout video footage released by the US Central Command (CENTCOM) on July 17, 2026 shows what the US military says is the latest wave of precision strikes on strategic Iranian military sites.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) îro Pêncşemê ragihand ku wê dest bi pêleke din a êrîşên dijî armancên leşkerî yên rejîma Îranê kiriye.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “Hêzên Amerîkî îro demjimêr 6:45ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê dest bi şeveke din a êrîşan li dijî armancên leşkerî yên Îranê kir.”

“Ev şeva 13emîn a li pey hev a êrîşan e ku armanc jê ew e Îran were muhasebekirin û gefên ji alîyê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ve li ser keştîyên bazirganî kêm bibin,” CENTCOM’ê got.

Serokê Amerîkayê Donald Trump demekê berê îro Pêncşemê got ku ew hizra destpêkirina operasyonên leşkerî li Îranê dike.

Serok Trump di hevpeyvînekê de ji Axios re anî ziman ku ev êrîşên ew hizra wan dike, dê ji êrîşên di dema operasyona Hêrsa Dastanî de hatibûn kirin, mezintir bin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG