Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Keştîyeke ku Hişyarî Paşguh Kirin li Kendava Erebî Têk Bir

Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku wan bi neçalakkirina tankereke petrolê ya bêbar ku hewl dida li Kendava Erebî ber bi bendereke Îranî ve biçe, tedbîrên dorpêça deryayî li dijî Îranê bicîh anîn.

CENTCOM’ê di daxuyanîyekê de ku li ser platforma X’ê belav kir got ku Hêzên Amerîkî “dît ku keştîya M/T Belma ya bi ala Korasaw ber bi Girava Xarg ve di nav avên navneteweyî de derbas dibe. Keştîya bazirganî gelek hişyarî paşguh kirin û hewl da dorpêça Amerîkî binpê bike.”

CENTCOM’ê got, “Balafireke Amerîkî piştî avêtina mûşekên Hellfire li ser dûmandanka keştîyê, ew neçalak kir. Keştî êdî derbasî Îranê nabe.”

“Hêzên Amerîkî di 14ê Tîrmehê de, demjimeêr 4ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê, dorpêça deryayî ya li dijî keştîyên ku ber bi bender û deverên peravê yên Îranê ve diçûn an ji wir dihatin, ji nû ve dest pê kir,” Wê got.

Daxuyanîya hêzên Amerîkî anî ziman ku “Di 24 demjimêrên pêşîn ên dorpêçê de, CENTCOM'ê du keştîyên bazirganî yên pabend ber bi rê ve birin û keştîyeke nepabend têk bir.”

Hêzan bal kişand ser wê yekê ku ew hişyar û amade ne ku pabendbûna tevahî misoger bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG