Amerîka ragihand ku ew hinek gavan davêje ji bo sivikkirina bilindbûna nirxên neftê û alîkarîya aramkirina bazarên borsaya cîhanî ku ji êrîşên dijî Îranê ziyan dîtine.
Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt îro Pêncşemê di postekê de li ser Xê got: Rêvebirîya Trump dê berdewamîyê bide serdestîya Amerîka di warê enerjîyê de, û nefta li Venezuelayê bikar bîne. Herwiha, Serok Trump berê ragihandiye ku Gerîndeya Geşedana Darayî dê bîmeya rîska siyasî bi nirxekî gelekî baş bide ji bo keştîyên veguhestina neftê û keştîyên embar yên ku li nav û derdora Kendavê kar dikin.”
Ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ve berî pênc rojan ve, tevgera bazirganî li Tengava Hormuzê hatiye astengkirin.
Leavitt got ku wekî berê Serok Trump jî gotiye, eger pêwîst be, Hêzên Deryayî yên Amerîkayê dê ligel tankerên neftê di Tengava Hormuzê re biçe.
Nirxên nefta cîhanî roja Pêncşemê her bilindtir bûn û vê yekê bandor li bazarên darayî kiriye ku ev bixwe jî aborîya cîhanê diguhere.
Tengava Hormuzê rêkeke avî ya stratejîk li Kendava Farisî ye ku li ser berava başûrê Îranê dikeve. Kêmbûna tevgera keştîyên bar yên neftê ji ber şerê berdewam bûye sedema bilindbûna nirxên nefta xav a Brent bi rêjeya 2% ku niha yek bermîl dike dora 83 dolar. Nirxên nefta xav a Amerîkayî jî gihîşt 76 dolaran bo yek bermîlê.