Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 4 Dronên Ku Ji Herêmên Kontrola Hûsiyan Hatibûn Avêtin Xistin


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Fermandariya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku Amerîka 4 dronên ku ber bi gemyeka wêrankereke Amerîkî ve diçû li başûrê Deryaya Sor û roja Şemiyê ji deverên di bin kontrola Hûsî yên Yemenê de hatibû avêtin, xistin xwarê.

"Ev êrîş êrîşên 14 û 15an in li ser keştiyên bazirganî ji aliyê çekdarên Hûsî ji 17ê Cotmehê ve," CENTCOM di postekê de li ser X, ku berê Twitter bû, nivîsand.

Hûsiyên alîgirên Îranê, ku piraniya Yemenê kontrol dikin, bi êrîşên li ser keştiyên ku di Tengava Bab El-Mendib de re derbas dibin, bi hefteyan bazirganiya cîhanê asteng kirin, weke bersiveka şerê Îsraîlê li Gazayê.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkî bersiv da bangên du keştiyên ku di bin êrîşê de bûn, CENTCOM got.

Amerîka sê rojan berê dest bi Operasyona Prosperity Guardian kir, û got ku bêtirî deh welatan li hev kirine ku beşdarî hewlekê bibin ku dê nobedariyên hevbeş li avên Deryaya Sor li nêzî Yemenê pêk bîne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG