Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gera Sêyem a Danûstandinên Tehran û Washingtonê li Cinêvê Birêve Diçin

Abbas Eraqçî (çep), Steve Witkoff (rast).
Abbas Eraqçî (çep), Steve Witkoff (rast).

Karbidestên Amerîkî û Îranî roja Pêncşemê li Cinêvê dest bi gera nû ya danûstandinên navokî kir, ku wekî hewldana dawî ji bo pêşîgirtina li pevçûneke leşkerî di navbera herdu welatan de tê dîtin.

Gera sêyemîn a danûstandinan di navbera Tehran û Washingtonê de di demekê de tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser bijarên leşkerî yên Amerîkayê nîqaş dike di senaryoya ku rêkeftinek ji bo sînordarkirina bernameya navokî ya Îranê têk biçe.

Niha du keştîyên firokhilgir ên Amerîkî li nêzîkî Îranê bi cih bûne.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî roja Çarşemê êvarê bi Wezîrê Derve yê Omanê Mihemed Cewad Zerîf re li ser pêşnîyarên Tehranê ji bo danûstandinan bi Amerîkayê re axivî.

Eraqçî biryar e ku bi nûnerê Koçka Spî Steve Whitkoff û Jared Kushner, endamên sereke yên şandeya Amerîkî re, bicive. Nûnerên Omanê dê wekî gerên berê wekû navbeynkar tevbigerin.

Herdu alîyan vê dawîyê li Omanê li ser mijara navokî danûstandinên nerasterast kirin. Danûstandinên yekem piştî şerê 12 rojî di navbera Îran û Îsraîlê de û bombebarana sê bingehên sereke yên navokî yên Îranê ji hêla Amerîkayê ve hatin kirin. Gera duyemîn a danûstandinan di 17ê Sibatê de li Cinêvê pêk hat.

Lê belê, di du gerên berê yên danûstandinan de pêşketineke girîng çênebû, û nakokîyên sereke hîn jî nehatine çareserkirin.

Di dema danûstandinan de, Amerîka dixwaze ku Îran bi tevahî dev ji dewlemendkirina uranyûmê berde û nêzîkî 400 kîlogram uranyûma dewlemendkirî berde, tedbîrên ku dê rê li ber Tehran bigirin ku çekên navokî bi dest bixe.

Lê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Çarşemê ji rojnamevanan re got ku "piştî ku bernameya wan a navokî hate hilweşandin, ji wan re hate gotin ku hewl nedin wê ji nû ve bidin destpêkirin, lê hûn dibînin ku ew her gav hewl didin beşekî ji wê ji nû ve ava bikin.

Wî got ku Tehran niha dewlemend nake, lê hewl dide ku bigihêje wê astê ku di dawîyê de dikare wê yekê jî bike.

Rubio got, "Her çendî mijara sereke ya danûstandinan dê bernameya navokî ya Îranê be jî, divê mijara mûşekên Îranê jî were çareserkirin ji ber ku Tehran bi hezaran mûşekên balîstîk ên kurtavêj hene ku dikarin bigihêjin baregehên Amerîkî li herêmê."

Wî her wiha got ku daxuyaniya Trump di axaftina xwe ya salane de ku Îran "li ser mûşekên ku dikarin di demek nêzîk de bigihêjin Amerîkayê, dixebitin" nayê wê wateyê ku Îran xwedîya çekên weha ye.

Rayedarên payebilind ên Îranê idî’a dikin ku xwezaya bernameya wan a navokî aştîyane ye, û tenê ji bo armancên sivîl e, di nav de berhemhênana elektrîkê.

XS
SM
MD
LG