Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çima Îftara Koşka Spî Hate Betalkirin?


Biryar bû roja Sêşemê îftarek li Koşka Sipî pêk hatiba wekî beşek ji helkefteke salane ku ji alîyê hikûmeta Amerîkî ve tê kirin bo pîrozkirina meha Remezanê. Lê piştî civînekê di navbera serok Biden û çend rêberên civaka Misilmanan de, hate ragihandin ku îftar dê çê nebe.

Sedema wê yekê jî ew e ku hejmareke rêxistin û kesayetîyên Misiliman vexwendina Koşka Sipî qebûl nekir. Ev yek wekî protestokirinekê bû dijî siyaseta Serok Biden û rêvebirîya wî hember şerê ku li Gazayê dibe.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê li Gazayê berî şeş mehan ve, gelek rêxistinên Misilmanan li Amerîkayê Biden rexne dikin û dibêjin ku siyaseta wî ya piştgirîya Îsraîlê rewşa xelkê sivîl li Gazayê li ber çavan nagire.

Biden ji alîyê xwe ve tekez dike ku mafê Îsraîlê heye berevanîya xwe bike piştî êrîşa hemasê ya 7'ê Cotmeha 2023'an ku tê de bêtirî 1200 kes li Îsraîlê hatin kuştin. Lê rêvebirîya Biden dibêje ku ew piştgirîya têkçûna rewşa mirovahî li Gazayê nake. Hikûmeta Amerîka herwiha bendereke demkî li beravên Gazayê ava kiriye da ku alîkarîya mirovahî bi awayekî karîger bigihêje xelkê Gazayê.

Biryara betalkirina îftara roja Sêşemê hate piştî ku xuya bike kesên vexwendî beşdar nebin. Wexteke zûtir di heman rojê de hate ragihandin ku çalakvanekî Amerîkî bi regez Filîstinî di dema hevdîtina ligel Biden de ji civînê derket, wekî şêwazekî protestokirina siyaseta serokê Amerîkî li Gazayê.

Şîrovekar dibêjin redkirina vexwendina îftara Koşka Sipî nîşana herî dawî ya nerazîbûna civaka Misilimanan ji karê Biden e, bi taybet li vê dema ku serokê Demokrat hewil dide ku bingeha xwe ya piştgirîya jibo hilbijartinên serokatîyê berfirehtir bike.

Di pêşhilbijartinên Partîya Demokrat yên roja Sêşemê li wîlayeta Wisconsion de, bêtirî 48 hezar dengderan wekî protesto hember helwesta Biden li Gazayê bi “ne pabend” deng dan. Meha borî jî li wîlayeta Michigan, ku rêjeyeke mezin ya Misilman û Ereban li hene, hejmareke berçav ya dengderan jiber heman sedemê dengên xwe nedan Biden.

Jêder: AP, Reuters

XS
SM
MD
LG