Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindistan Bacên Gumrigê li ser Berhemên Amerîkî Zêde Dike


Hindistanê bacên gumrigê li ser 28 berhemên Amerîka zêde kirin di demekê de ku rakêşanên bazirganî di navbera herdû welatan de gur dibine.

Ev gava tolvedanên tê çend rojan piştî ku Waşintonê New Delhî ji lîsta welatên ku dikarin baştir bigihin bazara wê derxist.

Ev rakêşana bazirganî bilind dibe berî serdaneke vê mehê ya wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo bo New Delhî. Pompeo kar kir ku Hindistan bihêle kompaniyên Amerîkî bêhtir derbasî bazara wê bin û bend li pêş wan kêm bibin.

Şareza ditirsin ku geşbûna van girjiyan siya xwe bide ser hevpariya stratejîk a Amerîka û Hindistanê ku armanc wê ew e rûbirûbûna hejmûniya Çînê ya ku her diçe zêde dibe.

Berhemên Amerîka yên ku Hidistanê îro Yekşemê bac li ser zêdekirin ew in behîv, sêv, goz, nîsk, nok û gelek madeyên din.

Hindistan mezintirîn bazar e ji behîvên Amerîkî re û duyem mezintrîn bikira sêvan e.

XS
SM
MD
LG