Peyvdarê hikûmeta Îranê îro Şemîyê got Îran bawer dike ku Amerîka dê nêzîk cezayan ji ser wê rake, tevî rakêşanên dîplomatîk yên berdewam di navbera wan de
Îran û Amerîka di dijberîyekê de ne li dor avêtina gava yekem a ber bi jinûvevejandina rêkeftina navokî ya sala 2015ê de. Îran rijd e ku Amerîka berê cezayên serok Donald Trump ji ser wê rake û Amerîka jî dibêje divê Tehran berê pêgirîyên xwe yên rêkeftina navokî pêk bîne.
Koşka Spî roja Înê gotibû ku Amerîka plan nake cezayan ji ser Îranê sist bike berî ku diyalogê bi tehranê re bike.
Ajansa nûçeyan ya Îran IRNA îro Şemîyê ji ser zimanê peyvdarê hikûmeta Îranê Ali Rabiei ragihand ku gotiye,” Em bi awayekî piştrast pêşbînîya wê yekê dikin ku destpêşxerîyên dîplomatîk dê encamên baş bidin, tevî rakêşanên dîplomatîk.”
Tê zanîn ku projebiryareke parlemana Îranê hikûmeta wî welatî neçar dike ku rê li pêş vekolerên Neteweyên Yekgirtî bigre, eger Amerîka cezayan ji ser Îranê raneke.
Biryar e, Serokê Ajansa Wizeya Atomî ya Neteweyên yekgirtî Rafael Grossi, dawîya vê hefteyê biçe Tehranê ji bo gotûbêjkirina hevrêzîya di vê derabrê de.