Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekî Amerîkî: Eger Rêkeftina Navokî Bibe, Danûstandin Dê ser Mûşekên Îranê Bidome

Nûnerê Taybet yê Koşka Sipî Steve Witkoff di navbera Jared Kushner (çep) û Wezîrê Derve yê Omanê Bedir Albusaîdî (rast).
Nûnerê Taybet yê Koşka Sipî Steve Witkoff di navbera Jared Kushner (çep) û Wezîrê Derve yê Omanê Bedir Albusaîdî (rast).

Karbidestekî Amerîka û du çavkanîyên haydar eşkere dikin Nûnerê Koşka Sipî Steve Witkoff roja Sêşemê di civîneke taybet de gotîye, Rêvebirîya Serok Trump daxwaz dike ku eger rêkeftineke navokî ya siberojê ligel Îran hebe dê mayîndeyî be.

Li gor malpera Axios, Witkoff herwiha gotîye ku danustandinên Amerîkayê ligel Îranê niha li ser mijarên navokî ne, lê eger rêkeftinek çêbibe, Rêvebirîya Trump dixwaze li ser bernameya mûşekên Îranê û piştgirîya komên çekdar jî danustandinan bike.

Bedir Albûsaîdî Wezîrê Derve yê Omanê, ku navbeynkarîya danûstandinan di navbera Amerîka û Îranê dike, îro Pêncşemê li ser platforma X ragihand “Îro li Cinêvê me ramanên avaker û erênî pevguhertin û niha herdu alî, Amerîkî û Îranî, ji bo demekê rawestîyane. Emê îro ji nû ve danûstandinan destpê bikin. Em hêvî dikin ku pêşveçûneke bêtir çêbibe.”

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio di konferanseke rojnamevanî de got ku Îran di nav hewildanên pêşxistina mûşekên dûravêj de ye. Wî ev bizav wekî gefeke mezin ji bo berjewendîyên Amerîkayê û aramîya herêmî binav kir.

XS
SM
MD
LG