Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Amerîkayê xelateke 20 milyon dolarî diyar dike ji bo zanyarîyên li ser bernameya navokî yê Îranê.
CENTCOM'ê di postekê de ku derengî Înê li ser X'ê hate belavkirin, got ku ev xelat dê ji bo wan kesan be ewên ku agahîyan derbarê amûr û kesên têkildarî bernameya navokî ya Îranê bidin, wekî agahîyên li ser kesên di nav civaka zanistî de kar dikin, yan jî her tiştekî girêdayî vê bernameyê.
Di sala 2025'an de, Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ragihandibû ku Îran uranyumê heta asta 60 ji sedî zax kiriye. Ev ast ji hêla teknîkî ve tenê gaveke kurt dûrî as 90 ji sedî ya pêwîst e bo çêkirina çekekî navokî.
Îran yek ji welatên bê çekên navokî ye ku uranyumê di vê asta bilind de zax dike. Pispor bawer dikin eger asta 90% pirtir bête dewlemendkirin, Îran dikare çekên navokî bidest bixe.
CENTCOM'ê got ku pabendnebûna rejîma Îranê bi pêgirîyên IAEA bûye sedem ku “berdewamîya zanyarîyên” têkildar bi berhemanîn û qebara embarkirina keresteyên sereke wekî amûrên zaxkirinê nemîne.