Di dema alozîyên ligel Îranê zêde dibin, Amerîka mijûlî amadekarîyên leşkerî li herêma kendavê ye. Rojnameya The Jerusalem Post do Înê di raportekê de got ku di rewşa şer de dibe ku rejîma Tehranê êrîşî partîyên Kurdî yên Îranê bike.
Lêkolerê siyasî Taha Hesenîyanî di vê derbarê de ji Dengê Amerîka re dibêje ku ji ber ezmûna êrîşên berê yên dijî Komara Îslamî ser partîyên Kurdên Îranê ku li herêma Kurdistanê diminin, egera êrîşeke wisa nayê “paşguhkirin.”
Xalid Mihemedzade, rojnamevanê ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne, li ser heman mijar dibêje: “Eger Komara Îslamî bertek hember dijminên xwe nîşanî dan, ewê bertek dijî partiyên Rojhilat jî nîşan bide.”
Ew bawer dike ku ji bo Komara Îslamî êrîşkirina van partîyan hêsan e ji ber ku "Berdest in û hem ti welat li dijî wan dernakevin."
Kaweys Ezîzî, çalakvanekî siyasî, di peywendîyekê de ligel Dengê Amerîka got, “Eger Amerîka êrîşî Îranê bike, Komara Îslamî dê êrîşeke dijwar dijî partîyên Kurdî yên li Başûr dimînin bike û bê guman ji bo vê yekê plan heye."
Di rewşa wiha de, Hesenîyanî bo kêmkirina ziyanan çend xalan diyar dike, wekî “pêdaçûn li ser cihê bargehan, kêmkirina hejmara hêzan û xurtkirina ewlehîyê.”
Serokê Amerîkayî Donald Trump roja Pêncşemê gotibû heta 15 rojan bi rejîma Îranê re heye ku bigihêje rêkeftinekê ji bo dawîkirina çalakîyên xwe yên xirab, li demekê ku Amerîka hêzên xwe yên leşkerî li herêmê zêde dike bo givaştinê li Tehranê bike ku daxwazên Amerîkayî qebûl bikin.