Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhan Pêşwazîyê li Agirbesta di Navbera Amerîka û Rejîma Îranê de Dike

Karbidestên payebilind ên Neteweyên Yekbûyî, di nav de Sekreterê Giştî Antonio Guterres û komîserê mafên mirovan Volker Türk, bi kêfxweşî pêşwazîyê li agirbesta du hefteyî ya di navbera Amerîka û Îranê de dikin.

Netewên Yekbûyî di peyamekê de bang li hemû alîyan dike ku rêzê li qanûna navneteweyî bigirin û vê navberê ji bo pêşxistina aştîyek berfirehtir û mayînde bikar bînin.

Herwiha rêberên Ewrupayî agirbesta Amerîka û Îranê, ku Sêşemê bi şev hate ragihandin, bi dilşadî pêşwazî kir û banga vekirina Tengava Hormuzê û bidawîkirina mayînde ya dijminatîyê kir, di nav de li Libnanê jî.

Seroka Komîsyona Ewrupayê Ursula von der Leyen li ser platforma X’ê daxuyanîya hevbeş a rêberên Ewrupî weşand.

Di daxuyanîyê de, navên rêberên welatên Ewrupî wekî Fransa, Almanya, Brîanya, Îtalya, Spanya û welatên hebûn.

Li seranserê cîhana Erebî jî, peyamên pêşwazîyê hatin ragihandin. Welatên Kendavê weke Erebistana Siûdî, Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî (Îmarat), Qeter, Kuweyt, Behreyn daxuyanî belav kirin. Herweha Îraqê û Misirê jî li ser navê wezaretên derve, serokwezîr û serokên welatan pêşwazî li agirbestê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek derbarê ragihandina agirbestê li ser X'ê belav kir û got ev yek gaveke girîng e ji bo kêmkirina nakokîyê, parastina sivîlan û vejandina diyaloger avaker.

Serkirdayetîya Ukraynayê jî bixêrhatina agirbestê kir û tekez kir ku "dem hatiye ku zextê li Rûsyayê jî bikin da ku şerê xwe yê li Ukraynayê bidawî bike."

Çînê jî reaksyon nîşan da û got ku ew "agirbestê pêşwazî dike," û rola xwe ya ji bo piştevanîya rêkeftinekê di navbera Amerîka û Îranê de bo rawestandina dijminatîyê tekez kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Çînê Mao Ning roja Çarşemê di konferanseke rojnamevanî de got, "Çîn pêşwazî li ragihandina rêkeftina agirbestê ya di anvbera alîyên peywendîdar de dike."

Hêjayî gotinê ye ku piştî dîplomasiya kêlîka dawî ya ku bi pêşengîya Pakistanê hatî destpêkirin, Amerîka û Îran derengî Sêşemê li ser agirbestek bi merc ya du hefteyan li hev kirin, ku tê de vekirina demkî ya Tengava Hormuzê jî heye.

Lê belê, artêşa Îsraîlê roja Çarşemê got ku ew "şer û operasyonên bejayî" li dijî çekdarên Hizbullaha Libnanî dê berdewam bike, tevî ku di daxuyanîyeke berpirsên Pakistanê hatibû gotin ku Libnan jî di nava agirbestê de cih digire.

This item is part of
XS
SM
MD
LG