Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Graham Piştgirîya Hewlên Dîplomatîk ligel Îranê Dike Eger Daxwazên Serekî yên Ewlekarîyê Bicîh Bîne

Lindsey Graham
Lindsey Graham

Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham piştgirîya xwe ji bo hewlên dîplomatîk yên nû bi Îranê re anî ziman û tekezî li ser mercên ewlekarîyê yên tund ji bo egera her rêkeftinekê kir.

Senatorê Komarî îro Çarşemê li ser X'ê got ku ew piştgirîya hewlên ji bo “Danûstandinên bi Îranê re dike, da ku çareserîyekê bo gefên ku ev rejîm li ser herêm û cîhanê çêdike were dîtin” û ew vekirî ne ji bo dîplomasîyê wekî rêyeke pesendkirî.

Lê Graham tekez kir ku piştgirîya wî girêdayî encamê ye û got: “Ez encaman dixwazim, ne ku şêweyê danûstandinan."

Senatorê wîlayeta South Carolina got: "Min bawerî bi tîma danûstandinê ya Serok Trump heye ku piştrast bikin her rêkeftinek armancên leşkerî yên ku ji destpêkê ve hatine destnîşankirin pêk bîne.”

Graham herwiha çend şert ji bo rêkeftinê danîn, di nav de misogerkirina ku Îran “ti bernameyeke mûşekên balîstîk nebe ku gefê li Amerîka yan hevalbendên me bixwe û bidawîanîna rola wê wekî piştgireke herî mezin a terorê.” Wî herwiha got ku divê Îran bi awayekî herdem “xwestekên xwe yên bo bidestxistina çekên navokî” bidawî bîne.

Tevî helwesta wî ya tund, Graham behsa pesendkirina rîya dîplomatîk di şerê dijî Îranê de kir eger dîplomasî karibe heman encaman bidest bixe.

Raportên medyayî roja Sêşemê ragihand ku Amerîka ji bo bidawîanîna şer planeke 15 xalî pêşkêşî Îranê kiriye.

XS
SM
MD
LG