Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hegseth bo Îranê: Eger Hûn Êrîşî Hêzên Me Bikin, Emê Keştîyên We yên Petrolê Wêran Bikin

Wezîrê Cengê yê Amerîka Pete Hegseth hişyarî da Îranê ku eger ew êrîşî keştîyên Amerîkayê bike, hêzên Amerîkî dê keştîyên wê yên petrolê wêran bikin.

Axaftinên Hegseth hatin piştî daxuyanîya Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê êrîşekê li ser sê tankerên petrolê yên Îranê wekî bersiv hember êrîşeke ne serkeftî ya Îranê li ser du keştîyên hêzên deryayî yên Amerîkî.

Hegseth îro Şemîyê li ser platforma X'ê got: “Bi kurtî, eger Îran êrîşan li ser keştîyên Amerîkayê bike, emê keştîyên wê yên petrolê wêran bikin.”

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê herwiha got ku "Îranê ne hêzên deryayî û ne yên esmanî hene.” Lê wî tekez kir ku hêza deryayî ya Amerîkayê şiyanên armanckirina keştîyên Îranê li devera operasyonên CENTCOM'ê hene.

This item is part of
XS
SM
MD
LG