Peyvdara Koşka Spî dibêje ku hikûmeta Amerîkayê çend bijarên ji bo serokê siberojê yê Îranê dinirxîne. Ev jî rojekê piştî axaftina serok Trump li ser rola Washingtonê di hilbijartina serokê siberojê yê îranê de, tê.
Peyvdara Koşka Spî Karoline Leavitt îro Înê got ku hikûmeta Amerîkayê çend bijarên ji bo serokê Siberojê yê Îranê dinirxîne, lê wê ti hûrgilî nedan.
Koşka Spî dibêje ku Amerîka serdestîya qada esmanî ya Îranê dike û tê pêşbînîkirin ku di çar heta şeş hefteyên bê de bigihêje armancên xwe yên leşkerî.
Berê, Donald Trump ji Reuters re gotibû ku divê Amerîka di destnîşankirina serokê siberojê yê Îranê de rolekê bilîze.
Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê Brad Cooper îro bal kişand ser lawazbûna şîyanên leşkerî yên Îranê û got, "Êrîşên mûşekên balîstîk her ji roja yekem bi rêjeya 90% kêm bûne û êrîşên dronan bi rêjeya 83% kêm bûne."