Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leavitt: Artêşa Amerîka Hêza Deryayî ya Îranê Wêran Kiriye

Berdevka Koşka Sipî Karoline leavitt roja Sêşemê di konferanseke rojnamevanî de got ku artêşa Amerîka hêza deryayî ya Îranê wêran kir.

Leavitt got ku deryaya Îranê “bo şer êdî bikêr nayê” piştî wêrankirina zêdetirî 50 keştîyên deryayî yên Îranê di Operasyona Hêrsa Dastanî de.

Leavitt herwiha diyar kir ku Serokê Amerîka Donald Trump li ser platforma Truth Social di daxuyanîyekê de tekez kiriye ku ji bilî "Radestkirina bê şert û merc" ti peymanek bi hikûmeta Îranê re nayê kirin.

Berdevka Koşka Sipî da zanîn ku Serokê Amerîkayê ragihandîye ku 10 keştîyên din yên Îranê hatine wêrankirin û got ku ew keştî ji bo danîna mayînên deryayî bûn.

Leavitt li ser dirêjahîya operasyonên leşkerî dijî Îranê got: "Operasyon dê bidawî bibin, dema ku fermandarê giştî diyar bike ku armancên leşkerî hatine bidestxistin, bi tevahî hatine pêkanîn, û Îran di rewşeke radestbûna tevahî ya bê şert û merc de be, çi ew ragihîne ya ne."

XS
SM
MD
LG