Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje, Dibe Amerîka Tengava Hormuz Bigire Destê Xwe

Tengava Hormuz, Oman, May 22, 2026. REUTERS/Stringer
Tengava Hormuz, Oman, May 22, 2026. REUTERS/Stringer

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dibe Amerîka ger neçar bimîne di pêşerojê de Tengava Hormuzê kontrol bike.

Li ser gefên Îraniyan ên girtina Tengava Hormuzê Trump gote kanala Fox News ku ev yek wê bihêle Amerîka ji sedî 20ê herikîna petrolê ya cîhanî li Tengavê bigre destê xwe.

Trump tekez kir ku kartên di destê wî de ne û bijareyên cûda ger Îranî van sozên cidî li ser maseya danûstandinan nedin.

Li alîye din Trump rexne li sîyaseta Îsraîlê li Libnanê girt û got ku ew bê hêvî ye ji ber ku Îsraîl nekarî Hizbullahê ji holê rake.

Li gorî Fox News, Trump diyar kir ku ew dosyaya "Hizbullah" radestî Serokê Sûriyê Ehmed el Şeri bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG