Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Nabe Îran Çekên Navokî Hebe û Endamên NATO Wekî Tirsnok Binav Dike

Serokê Amerîka Donald Trump îro Înê careke din got ku ewê Amerîka nehêle Îran çekên navokî bidest bixe.

Li dema amadebûna li pêşbirkeke werzîşî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, Serok Trump got: “Rewşa me li Îranê gelekî baş e. Cûdahîya di navbera me û wan de ev e: berî du hefteyan wan hêza deryayî hebû, lê niha tune ye, ew bi tevahî ketiye binê deryayê, 58 keştîyên wan di du rojan de hatin wêrankirin. Me keştîya deryayî ya herî mezin a cîhanê heye û kes jî nêzîkî me nabe.”

Serokê Amerîkayî da zanîn ku “Emê nehêlin ew çekên navokî hebin, ji ber ku eger ew hebin, ewê wan bikar bînin. Divê ev yek ji hêla serokên berê ve bihata kirin.”

Trump roja Sêşemê gotibû, “Ez dizwazim bêjim ku her tişt pir baş diçe. Me gelek givaştin li ser wan (rejîma Îranê) kiriye. Ew nikarin çekên navokî hebin, û niha ew vê yekê pir baş dizanin.”

Ji alîyekî din ve, Serok Trump di postekê de ser platforma Truth Social, welatên endamên NATO'yê wek “Tirsnok" binav kir û rexne li wan girt li ser nebeşdarîya wan ya leşkerî di ewlekirina rîya deryayî ya Tengava Hormuzê de.

Trump di postê de got ku endamên NATO'yê “Bêyî Amerîka, Pilingên Kaxezî ne.”

"Niha ku şer di warê leşkerî de biserketiye, ligel hebûna metirsîyeke kêm li ser wan, ew (endamên NATO) gazinan derbarê nirxên bilind ên petrolê dikin, lê naxwazin alîkarîyê bikin ji bo vekirina Tengava Hormuzê, ku manuvereke leşkerî ya hêsan e û sedema bitenê ya nirxên bilind ên neftê ye. Pir hêsan e ku ew vê yekê bikin, bi rîskeke kêm. Ew tirsnok in û emê vê yekê di bîra xwe de bihêlin,” Serok Trump got.

XS
SM
MD
LG