Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Axios: Nakokîyên Amerîka û Îranê li ser Hormuzê û Bernameya Navokî ne

Ajansa nûçeyan a Axios ji ser zarê hin çavkanîyên agahdar ragihand ku beşek ji nakokîya di navbera alîyan de rijdbûna rejîma Îranê ya li ser kontrolkirina Tengava Hormuzê û redkirina wê ya destberdana ji dewlemendkirina uranyûmê û uranyûma enbarkirî ve girêdayî bû.

Cîgirê serokê Amerîkayê JD Vance got ku Amerîka û Îranê 21 demjimêran "hevdîtinên berfireh" kirine, lê nekarîne nakokîyên xwe çareser bikin.

Vance piştî ku danûstandin bê encam bi dawî bûn got, "Ev ji bo Îranê nûçeyek xirab e, bêhtirî ku ji Amerîkayê re xerab e. Me hêlên xwe yên sor pir zelal kirine, û wan biryar dane ku şertên me qebûl nekin."

Medyaya dewleta Îranê jî got ku danûstandin bi ser neketin ji ber ku aliyê Amerîkî "ne realîst" bû û "daxwazên zêde kirin," lê Cîgirê Serokê Amerîka JD Vance ku serokê şanda Amerîkî bû li Îslamabadê di daxuyanîya xwe de gotbû ku ew bi Îranê re "Pir nerim" bûn.

Astengîya di danûstandinan de agirbesta du-hefteyî ya ku hefteya borî hatibû erêkirin xistiye gumanê û îhtîmala ji nû ve destpêkirin û zêdebûna şer derxistiye holê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG