Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Ew jibo Hemû Bijareyan Amade ye Eger Îran Venegere Rêkeftina Navokî


Robert "Rob" Malley, nûnerê taybet yê Amerîka bo Îranê.
Robert "Rob" Malley, nûnerê taybet yê Amerîka bo Îranê.

Şandîyê Taybet yê Amerîka bo Îranê Rob Malley îro Çarşemê got ku welatê wî amade ye hemû bijareyan bide ber çavan eger Îran li mercên rêkeftina navokî ya sala 2015an venegere.

Di axaftinekê de ligel Navenda Carnegie ya lêkolînan li Washingtonê, Malley da zanîn ku “emê xwe jibo rastîyeke cuda amade bikin ku tê de emê hemû bijareyan bidin ber çavan da ku pirsgirêka programa Îranê ya navokî çareser bikin, eger ew ne amade be ku vegere sînordarkirinên” rêkeftina 2015’an ligel şeş hêzên serekî yên cîhanê.

Karbidestê Amerîkî herwiha got ku Amerîka û Îsraîl li dijî avakirina çekên navokî ji alîyê Îranê ve yekbûyî ne.

Malley da zanîn ku ew di rojên pêş de serdana Erebistana Saudî, Qeter û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb jî dike da ku mijara programa navokî ya Îranê ligel wan welatan gotûbêj bike.

XS
SM
MD
LG