Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku wê cezayên nû danîne ser çend kes û komên ku bi dizî petrola Îranê difiroşin û pereyên wê ji bo Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê dişînin.
Wezaretê roja Duşemê ragihand ku herwiha sê karbidestên payebilind ên dezgeha petrolê ya girêdayî Pasdaran jî hatine cezakirin.
Wezareta Derve got ku ev dezgeh petrolê bi dizî li derveyî Îranê difiroşe û wan pereyan ji bo piştgirîya terorê û şerên herêmî bikar tîne.
Wezaretê tekez kir ku Amerîka naxwaze rejîma Îranê bigihêje wan pereyan, ji ber ku Îran wan pereyan di şer, teror û êrîşên li ser leşkerên Amerîkayê de bi kar tîne. Bi van cezayan, Amerîka dixwaze rê li ber belavbûna şer û çekan li herêmê bigire, Wezareta Derve got.