Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Amerîka Du Girtiyan bi Hev Diguhêrin


Lêkolerê Azadbûyî Xiyue Wang
Lêkolerê Azadbûyî Xiyue Wang

Di gaveke bakêş a dîplomatîk de, piştî çend mehan ji girjiyan, Îranê û Amerîka du girtî bi hev guherandin. Îranê lêkolerê Princetonê azad berda li beramber azadkirin zanyarekî Îranî ji aliyê Amerîka ve.

Li bajarê Zurîx ê Swîsirî berpirsên Îranî xwendekarê Amerîkî yê ji binemaleke Çînî bi navê Xiyue Wang azad berdan, ku di sala 2016an de li Tehranê hatibû girtin.

Li beramber, Amerîka zanyarê Îranî Mesûd Sulêmanî ku li wîlayeta Georgia rastî dadgehkirina fedralî dibû azad berda.

Ev guhertina ku wek serkeftin ji bo herdu welatan tê dîtin, tê di demekê de ku Îran hîn rastî cezayên Amerîkî tê û di encama xwepêşandanên Îranê de jî ta niha 200 kes hatine kuştin.

Di heman demê de hîn girtiyên welatên Rojava di zîndanên Îranê de hene ku renge Tehran wan jî di siberojê de bikar bîne ji bo guftûgoya bi van welatan re.

Piştî daxuyaniya Koşka Spî ya azadbûna Wang, serok Donald Trump got ew dê bo Amerîka bê vegerandin.

XS
SM
MD
LG