Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Toleyên Ser Îranê bi Gavên Nû Didomîne


Rêvebirîya Amerîkî îro Duşemê toleyên nû li dijî kompanîyên Çînî û yên din ragihandin ku jibo şîrketeke petrokîmyayî ya Îranî tê karanînîn ku bi nirxê mîlyonan dolar berhemên Îranî bifroşe bazarên Asyaya Rojhilat.

Wezareta Xezîne ya Amerîkî ragihand ku kompanîyên ku hatine ceza kirin, ji kompanîya Persian Gulf Petrochemical Industry Commercial Co. to re dibin alîkar ku berhemên petrolyum û petrokîmyayî ji Îranê bifroşe Asya Rojhilat.

Wezaretê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya domandina givaştina ser aborîya Îranê de çar kompanîyên ji Hong Kongê, yek ji Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb û yeke din jî Sîngaporê, ketine lîsta toleyan.

Li gor biryara nû hemî mal û hebûnên wan şîrketên li Amerîka tên cemidandin û ji Amerîkîyan re tê qedexe kirin ku bi wan şîrketan bixebitin.

Hêjayî balkişandinê ye ku li gor vê biryarê kes û kompanîyên ku bi wan şîretên tolekirî re danûstandinê bikin, bi xwe jî dikarin têkevin lîsta reş ya Amerîkî.

XS
SM
MD
LG