Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Graham: Pêwistî bi Hebûna Hêzên Amerîka li Îranê Nake

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham dibêje ditînek heye ku êrîşên zêdetir dijî rejîme Îranê bêne kirin û behsa hewldaneke mezin ji bo aramanckirina “makîna şer” a Îranê heye.

Di hevpeyvînekê de ligel Fox News, Graham roja Duşemê got: “Li Îranê pêwîstî bi hebûna hêzên Amerîka li ser erdê nake. Me bi milyonan kes li Îranê hene lê çek di destê wan de nînin, çekan bidin wan da ku rejîma Îranê jinav bibin.”

Axaftinên senatorê Komarî di heman rojê de hatin ku Îranê êrîş birin ser bingehên hilberîna petrolê li Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî.

Graham herwiha got ku serkeftina dawîyê pêvajoyeke aştîyê ye di navbera Îsraîl û Erebistan Siûdî de û bidawîanîna hevrikîya Îsraîl û Ereban ku Serok Donald Trump piştigrîya wê dike. Senator Graham da zanîn ku Serok Trump Îran xistiye nav sindoqeke û şiyanên wê yên navokî wêran kirine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG