Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dubare Dike ku Wê Nehêlê Îran Bibe Xwedî Çekên Navokî

Amerîka careke din dîyar dike ku ewê rê nede ku Îran bibe xwedî çekên navokî an bi astengkirina hatinûçûyîna li Tengava Hormuzê, aborîya cîhanî dîl bigire.

Jiber şerê Amerîka û Îranê hatinûçûyîna li Tengava Hurmuzê asteng bûye û bihayên enerjîyê li cîhanê bilind bûne.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka re helwesta Washingtonê rave kir û wiha got:

“Em biryardarîya xwe didomînin: ya ser nêhîştina ku Îran çekeke navokî pêş bixe an bi dest bixe, û emê rê nedin ku Îran, bi astengkirina hatinûçûyîna li Tengava Hormuzê, aborîya cîhanî dîl bigire.”

Şerê di navbera Hûsîyên ku Îran piştgirîyê dide wan û Erebistana Siûdî de, alozîya li herêmê zêdetir kiriye û krîza mirovî ya li Yemenê kûrtir kiriye. Di vê pêvajoyê de, Hûsî êrîşî Erebistana Siûdî dikin û Riyad jî dijî komê operasyonên leşkerî pêk tîne.

Washingtonê êrîşên Hûsîyan wek êrîşên terorîstî pênase kir û bi tundî şermezar kir.

“Dewletên Yekbûyî Hûsîyên ku Îran piştgirîyê dide wan û êrîşên wan ên terorîstî li ser binesazîya sivîl û balafirgehan bi tundî şermezar dikin,” Berdevkê Wezareta Derve got.

Berdevk herwiha ragihand ku ew hemberî Hûsîyan bi hevbend û hevkarên xwe yên herêmê re, di peywendîya berdewam de ne.

“Bala me li ser armancên me yên hevpar ên têkoşîna dijî terorîzma Hûsîyan e,” berdevk got.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku îmzekarên Peymana Mekeyê; Tirkîye, Erebistana Siûdî û Pakistanê roja Duşemê, 26'ê Cotmehê, serdana Îranê kir. Karbidestên payebilind ên hersê welatan li Tehranê bi revebirên Îranê re civiyan û armanca civînê wek kêmkirina alozîya Îran û Amerîkayê û herwiha ewlehîya heremê rave kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG