Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîneke Ne Rasterast ya Amerîka û Îranê li Mesqetê Birêve Çû

Abbas Araqçî (çep), Steve Witkoff (rast).
Abbas Araqçî (çep), Steve Witkoff (rast).

Kombûnek ne rasterast roja Înê di navbera nûnerên Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê de li paytexta Omanê Mesqet pêk hat. Heta niha tu hûrgilî li ser naveroka danûstandinan nehatine belavkirin û tenê agahîyên giştî yên derbarê civînan hatine ragihandin.

Di civînê de şandeke Amerîkayî bi seroktîya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff û şêwirmendê payebilind ê Serok Donald Trump, Jared Kushner, amade bûn. Şanda Komara Îslamî bi seroktîya Wezîrê Derve Abbas Araqçî bû.

Heta dema weşandina vê raportê jî, ti agahîyên fermî li ser mijarên danûstandinan an jî encamên wan ên pêkan nehatine eşkerekirin. Tenê nûnerên herdu alîyan bi wezîrê derve yê Omanê re civîyane û gotûbêj kirine.

Wêneyên ku ji civîna di navbera wezîrê derve yê Omanê û şanda Amerîkayî de li Mesqetê hatin weşandin, nîşan didin ku fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayî (CENTCOM) Brad Cooper jî di kombûnê de amade bû.

Amadebûna fermandarê leşkerî yê Amerîkayî li civînê di demekê de tê ku Amerîka hebûna xwe ya deryayî li avên dora Îranê di hefteyên dawî de zêde kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku eger hewldanên wî yên dîplomatîk bisernekevin, "dibe ku tiştên xirab biqewimin." Ligel bidawîbûna kombûnên li Mesqetê, ne diyar e ka dê danûstandin berdewam bikin yan na.

Serok Trump di axaftineke xwe ya roja Pêncşemê de got ku artêşa Amerîkyî ticarî ji ya niha bihêztir nebûye. Amerîka hebûneke leşkerî ya girîng li nêzîkî Komara Îslamî di hefteyên dawî de ava kiriye.

Şandina keştîya firokhilgir ya USS Abraham Lincoln û keştîyên wê bo CENTCOM ligel belavkirina firokên şer û firokên veguhestinê li herêmê, ev amadekarîya leşkerî xurt kiriye.

Serok Trump gelek caran hişyarî daye ku eger danûstandin bi Komara Îslamî re têk biçin, ew dikare fermana kiryareke leşkerî li dijî Komara Îslamî bide.

XS
SM
MD
LG