Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Şandeyên Amerîkî û Îranî Renge Vegerin Îslamabadê

=
=

Ajansa nûçeyan a Reutersê, ji ser zarê çar çavkanîyên ku ji mijarê agahdar in, ragihand ku renge tîmên danûstandinê yên Amerîka û Îranê vê hefteyê li paytexta Pakistanê Îslamabadê vegerin ser maseya guftûgoyan.

Ajansa nûçeyan roja Sêşemê nivîsî ku ev egera vegera danûstandinan tê çend rojan piştî ku danûstandinên asta herî bilind di navbera herdu welatan de ji dema şoreşa 1979'an ve bêyî ku pêşketinek bibe, bidawî bûn.

Reutersê berê, li ser zarê dîplomatekî li Rojhilata Navîn, ragihandibû ku danûstandinên di navbera navbeynkaran û Amerîkîyan de berdewam bûn, piştî ku cîgirê serokê Amerîkayê JD Vance Îslamabad bicîhişt.

Ajansa nûçeyan got ku Pakistan di vê demê de di navbera Tehran û Washingtonê de peyaman vediguhêze.

Herwiha, li gorî hin raportan, Pakistanê pêşniyar kiriye ku di rojên pêş de û berî ku agirbest biqede, li Îslamabadê mêvandarîya gera duyemîn a danûstandinan di navbera Amerîka û Îranê de bike.

Ev raport di demekê de hatin ku serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê nîşan dabû ku rejîma Îranê dixwaze bigihêje rêkeftinekê, û cîgirê wî Vance, di hevdîtinên li Îslamabadê de got ku "me gelek pêşketin bidest xistiye."

Lê wî tekez kir ku "gok di meydana Îranê de ye, ji ber ku me gelek pêşniyar danîn ser maseyê û me xetên xwe yên sor pir zelal kirin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG