Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Dibêje Ewê bi Tundî Bersiva Her Gefeke Amerîkî Bide


Ajansa nîv-fermî ya Îranê Tesnîm ragihand ku Îran dibêje ewê bi tundî bersiva her gefeke Amerîka ya dijî wê bide. Ev huşdarî tê di demkeê de ku girjî di navbera Tehran û Waşintonê de gur bûne li dor daxistina firokeke bê firokvan a Amerîkî ji aliyê Îranê ve.

Roja Pêncşemê moşekeke Îranî firokeke Amerîka ya agahdariyê daxist.

Tehranê got wê firok li ser esmanê Îranê daxist lê Waşinton dibêje ew li esmanê navnetewî hate daxistin.

Roja Înê serokê Amerîka Donald Trump got wî di çend kêlîlkên dawî de nerîna xwe guherand li dor bersivdaneke leşkerî daxistina firokê, ji ber ku wê di êrîşê de 150 kes hatiba kuştin.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Ebbas Mûsewî ji ajansa Tesnîm re got:

"Dûrî her biryareke berpirsên Amerîkî, emê rê nedin tu zêdegavî li sînorê Îranê bibin. Wê Îran bi tundî bersiva her gef yan kiryareke dijminahî ya Amerîka bide."

Herçendî herdû alî jî dibêjin ew naxwazin şerek derkeve holê, lê xem li dor rûbirûbûneke leşkerî di navbera Tehran û Waşintonê de bilind dibine.

XS
SM
MD
LG