Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Îranê Erê Kiriye ku Çekên Navokî Nebin

Serokê Amerîkayê Donald Trump got Îranê erê kiriye ku çekên navokî tune bin û eger tişt "bi rê ve biçin, dibe ku ew bi rêberê bilind Mucteba Xamineyî re bicive."

Trump di hevpeyvînekê de ku roja Çarşemê di "Pod Force One" de hate weşandin, dema ku li ser Îranê diaxivî, got, "Wan berê erê kiriye ku ewê çekên navokî nebin."

Dema ku ji Trump hat pirsîn ka Xamineyî di danûstandinên bi Amerîkayê re li ser bidawîkirina dijminatîyê de cih digire, wî got, "Ew bê guman beşdar e. ... Ez difikirim ku ew gelek rêzê li wî digirin."

Trump got ku wî dibihîst ku rêberê Îranê ne pir baş e, lê di dema danûstandinan de erêkirina xwe dida. Trump zêde kir ku ew berê bi Xamineyî re kom nebûye.

Trump got, "Ez dixwazim pê re bicivim. Reng e di demekê de emê hev bibînin, li gor ka ew çawa bi rê ve diçe."

Serokê Amerîkayê got ku ew şerê Îranê wekî serkeftinekê dibîne, ji ber ku artêşa wî welatî têk çûye.

Ev nakokî, ku bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê di 28'ê Sibatê de dest pê kir, bazara enerjîyê ya cîhanî serûbinî kir.

Trump di hevpeyvînê de got, "Îran serkeftinek mezin e. Emê bibînin ka çi dibe. Em li ser peymanekê dixebitin, û ew baş dibe. Eger ew çênebe, ew jî baş e. Emê bi awayekî din bikin."

Wî diyar nekir ka ev tê çi wateyê, lê di demên berê de gotibû ku Amerîka dê êrîşan ji nû ve dest pê bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG