Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tarmên 4 Leşkerên ku di Êrîşên Îranê de Hatine Kuştin Gihîştin Amerîkayê

We honor four American heroes who made the ultimate sacrifice in service to our nation.
We honor four American heroes who made the ultimate sacrifice in service to our nation.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja çarşemê beşdarî kir di merasîma veguhestina çar leşkerên Amerîkayê yên ku di çend rojên borî de di êrîşên Îranê de li Urdun û Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn.

Trump sibeha roja çarşemê ji Washingtona paytext derket û berê xwe da Bingeha Esmanî ya Andrews li wîlayeta Marylandê. Ji wê derê jî bi balafirgeha Air Force One berê xwe da bajarê Dover li wîlayeta Delaware.

Di dema çûna xwe ya ji bo merasîmê de, Serokê Amerîkayê ji rojnamevanan re axivî û got: "Em li vir in ji bo rêzgirtina li giyanê qahremanên xwe. Ew qahremanên mezin bûn û bi daxuyanîyeke eşkere gotin ku divê Îran nebe xwedî çekên navokî. Di daxuyanîyên siberojê de jî divê ti carî ew derfet nedin Îranê. Em niha diçin ji bo rêzgirtina li giyanê wan qahremanan, û ji bo min wekî serok, mirina wan tiştê herî nexweş û giran e ku ez dibînim."

Serok Trump li hember kuştina wan leşkerên Amerîkayê gef li desthilatdarên Îranê kir û got: "Ew ê baceke giran bidin."

Her wiha Trump li ser raman û raya welatîyên Amerîkayê ya derbarê şerê li dijî Îranê de bal kişand ser rapirsînên herî dawî û got: "Amerîkî li dijî vî şerî nînin. Rapirsîneke nû hat belavkirin û derket holê ku welatîyên Amerîkayê li dijî buhabûna nirxê benzînê ne, lê belê li dijî şer nînin. Ti kes naxwaze ku Îran bibe xwedî çekên navokî."

Hêjayî gotinê ye ku di çend rojên borî de çar leşkerên Amerîkayê ji ber êrîşên Îranê yên li Rojhilata Navîn hatin kuştin. Yek ji wan li Hewlêrê bû, û her sê yên din jî li Urdunê bûn.

Berî niha Wezareta Cengê ya Amerîkayê nasnameya du leşkerên xwe yên li Urdunê û leşkerê li Hewlêrê eşkere kiribû. Lê belê nasnameya yek ji kuştiyên li Urdunê îro hat belavkirin.

Wezaretê ragihand ku leşkerê çarê ê ku li Urdunê jiyana xwe ji dest dabû navê wî Angel Rampersad bû, temenê wê 28 salî bû û bi pileyê Serheng bû.

Îro tarmên leşkeran gihîştin Bingeha Esmanî yê Doverê li wîlayeta Delawarê, û serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Cengê Pete Hegseth tevî gelek berpirsên din di merasîma rêzgirtina li giyanên wan de amade bûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG