Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Me bi Îranê re "Gotûbêjên Pir Baş" Kirin

Trump
Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku danûstandinên ku tevahîya roja Sêşemê dewam kir bûn, bi Îranê re "gotûbêjên pir baş" pêk anîne; ev yek jî hêvîyên ji bo nêzîkbûna dawîya şerê ku pênc meh in berdewam dike, xurtir dike.

Trump ji Fox News re got: "Wan tevahîya rojê danûstandin kirin."

Wî da xuyakirin ku Tengava Hormuzê "wê pir zû bê vekirin" û hişyarî da û got, "Eger ew dîsa paşve gav bavêjin, ew ê pir bi tundî werin lêdan, û piştra dê Tengav were vekirin."

Trump wiha domand: "Me derbeyeke pir giran li wan daye. Lê derbeya herî bi hêz hîn nehatiye, û em hêvî dikin ku em neçar nebin ku wê bikar bînin. Ez hêvî dikim ku em neçarî vê nebin, ji ber ku em danûstandinên pir baş dikin, her çend ew nexwazin vê yekê eşkere bikin jî."

This item is part of
XS
SM
MD
LG