Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Wî Daxwazeke Îranê Red Kiriye

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê di serdana xwe ya wîlayeta Tennessee de got, “Min daxwaza Îranê ya ji bo rêkeftinekê red kir.”

Serok Trump got ku rejîma Îranê daxwaz kiriye ku "em dorpêçê rakin û ewê li hember vê yekê Tengava Hormuzê vekin. Lê êdî pêwîstîya me bi vê yekê tuneye û Tengava Hormuzê bi xwe vekirîye û keştî bi ewlehî derbas dibin."

Di heman demê de, Trump got ku Amerîka dixwaze rêkbikeve, lê bi awayê ku Amerîka dixwaze, ne bi awayê ku Îran dixwaze.

Serokê Amerîkayê herwiha diyar kir ku “Îranî vê daxwazê dikin ji ber ku ceza bi bandor bûne û ew têk çûne û pereyên wan nemaye.”

Serok Trump anî ziman ku "Dema ku Îranîyan Tengava Hormuzê girt, armanca wan ew bû ku cîhanê bixin tengasîyê de. Niha ku plana wan têk çûye, ew tên daxwaza rêkeftinekê dikin. Sedem ew e ku ez xwedî hêzeke mezin im."

Derbarê Serokwezîrê Îraqê, Trump got "Serokwezîrê Îraqê mêrekî baş e" û wî piştgirî da Elî Zeydî da ku ew vê posta serokwezîrtîyê werbigire.

Di heman demê de, wî behsa rewşa Rûsya û Ukraynayê kir û geşbînîya xwe anî ziman ku ewê berîya zivistanê bigihêjin rêkeftinekê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG