Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vance: Amerîka û Îsraîl Hevalbend in, Lê di Hinek Rewşan de Berjewendîyên Me Cuda ne

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance li ser têkilîyên Amerîkayê bi Îsraîlê re got ku herdu welat dost in lê carinan berjewendîyên wan cuda ne.

Di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News, Vance roja Duşemê got ku "Îsraîl û Amerîkayê gelek berjewendîyên hevbeş hene, lê di heman demê de hin rewşên me hene ku berjewendiyên me ji hev cuda ne."

"Serok li vir pir zelal bûye ku her çend Îsraîl bi eşkereyî hin armancên xwe hene jî, armanca sereke ya Amerîkayê li Îranê ew e ku piştrast bike Îran nebe xwedîya çekekî navokî," Vance got.

Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha got: "Di sal û nîva borî de, me ew qada pêwîst afirand ku Serok bawer dike ku rê dide çareserîyeke demdirêj derbarê dosyaya navokî ya Îranê."

Wî berdewam kir ku "Dibe ku Îsraîl jê hez bike an jî hez neke, lê di dawîyê de, em bawer dikin ku ev di xizmeta berjewendîyên Amerîkayê de ye." Vance diyar kir ku şerekî dirêj xizmeta berjewendîyên Tehranê nake.

Li gor Cîgirê Serok, danûstandin ligel Îranê pêşketinên erênî nîşan didin, û ew geşbîn e derbarê egera gihîştina rêkeftineke aştîyê ya dawî li Rojhilata Navîn, lê Vance di heman demê de tekez kir ku mekanîzmên çavdêrî û vekolînê yên bihêz dê ji bo misogerkirina pabendbûna Îranê bi mercên her rêkeftineke navokî re girîng bin.

Vance bawer dike ku gihîştina rêkeftineke aştîyê di navbera Amerîka û Îranê de dê ji bo Washingtonê destkefteke mezin be. "Eger em bigihêjin vê rêkeftinê, ewê ji bo gelê Amerîkî serkeftineke pir girîng be," wî got.


This item is part of
XS
SM
MD
LG