Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Waltz: Trump Derfeteke Sînordar Daye Danûstandinên bi Îranê re

Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz îro Yekşemê got ku Serok Donald Trump ji bo danûstandinên bi Îranê re "derfeteke sînordar" dide.

Waltz ji Fox News re got, "Tiştê ku we di 13 rojên dawî de dît, êrîş in ku bi taybetî li ser çalakîyên terorîstî yên Îranê disekinin; êrîşî keştîyên sivîl dikin... rejîma Îranê tenê maye, ji hêla aborî ve wêran bûye, ji hêla leşkerî ve wêran bûye... û em dest pê dikin bibînin ku hikûmeta Îranê nikare mûçeyê karmendên xwe û heta artêşa xwe jî bide."

Waltz hûrgilîyên zêdetir li ser xwezaya danûstandinan neda, lê şerê di navbera Îran û Amerîkayê de di destpêka hefteyê de hinekî aram bû. Pentagonê piştî 13 şevan êrîşên zêdekirî yên li dijî Îranê rawestand û di destpêka hefteyê de ti raport li ser êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendava Erebî tune bûn.

Balyoz Waltz gote NBC news, "Serok hemî bijaran li ser maseyê digire'. Wî her wiha anî ziman ku: 'Danûstandin berdewam in û di hemî astan de ne... lêbelê ya ku em bi berdewamî ji alîyê rejîma Îranê ve dibînin ew e ku ew parçe ne û şerê navxweyî di nav wan de heye'."


This item is part of
XS
SM
MD
LG