Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Daxwaza Abdulahîyan ya Serdana Washingtonê Red Kir


Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahîyan piştî Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hewil da ku serdana beşa konsulxaneya Îranê ya li Washingtonê bike.

Berdekê Wezarata Derve ya Amerîka Matthew Miller ji rojnamevanan re dîyar kir ku ji Îranê daxwazeke wisa çêbûye, lê wan daxwaz red kiriye.

‘’Em dikarin destûr bidin karbidestên Îranê û welatên din ku ew jibo karên NY’ê herin New Yorkê. Lê, em ne mecbur in ku destûr bidin wan ku ew herin Washingtonê.’’

Miller got ku gava ew dibînin ku Îran bi awayekî ne rêwa hemwelatîyên Amerîka desteser dike û jibo terorîzmê sponsorîyê dike.

"Em dibêjin ku qebûlkirina daxwazeke wisa ne rast e û ne hewce ye."

Îranê hefteya borî li hember berdana 6 mîlyar dolarên Îranê yên li Koreya Başûr, 5 hemwelatîyên Amerîka berdabûn.

Bi vê pêngavê bendewarî çêbûbûn ku danûstandinên ser peymana navokî jinûve destpê bikin, lê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ser vê gumanê erênî neaxifî.

Malpera nûçeyan Amwaj dîyar kir ku Abdulahîyan dikare serdana Washingtonê bike ku bi wî re piştî 14 salan cara pêşî wezîrekî derve yê Îranê serdana paytexta Amerîka dikir.

Îran li Washingtonê karên jibo berjewendîyên xwe li bin ala Pakistanê dimeşîne.

Amerîka, li gor biryarên NY’ê destûr dide hemî karbidestên dewletên endam, lê ew tevgerên hin karbidestên dewletan sînordar dike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG