Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Xezîneya Amerîkayê Rê Dide Îranê ku Petrola Xwe di 60 Rojan de Bifroşe

Scott Bessent Wezîrê Xezîneya Amerîkayê
Scott Bessent Wezîrê Xezîneya Amerîkayê

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê, Scott Bessent, roja Duşemê ragihand ku Amerîkayê destûrnameyeke giştî da Îranê petrola xav bo du mehan bifroşe.

Bessent li ser platforma Xê got, “li gorî danûstandinên berhemdar ên berdewam li Swîsreyê, Îranê soz daye ku di Tengava Hormuzê de transîta azad û vekirî bike û destûrê bide çavdêrên Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ku bikevin welatê wan.”

Li gor Wezîr Bessent, wekî beşek ji vê çarçoveyê, Wezareta Xezîneyê destûrnameyek giştî ya demkî ya 60 rojî derxistiye ku destûr dide hilberandin, hinardekirin û firotina petrola Îranê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG