Artêşa Amerîkayê derengî Duşemê ragihand ku pêla herî dawî ya êrîşên li ser Îranê bi dawî hat.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyanîyekê de li ser X'ê diyar kir ku wan navendên fermandarîya leşkerî, şiyanên deryayî, cihên avêtina roketan û dronan û sîstemên berevanîya esmanî yên Îranê kirine armanc.
CENTCOM'ê got ku gera herî dawî ya êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê nêzîkî pênc demjimêran dom kir. Ev êrîş di şeva dehemîn a li ser hev de hatine encamdan.
CENTCOM'ê herwiha tekez kir ku derbasbûna keştîyên bazirganî ji korîdora deryayî ya navneteweyî li Tengava Hormuzê berdewam e. Ji destpêka Gulanê ve bi piştgirîya hêzên Amerîkayê nêzîkî 900 keştîyên bazirganî yên ku 450 milyon bermîl petrola xav hildigirin, bi ewle di tengavê re derbas bûne.
Artêşa Amerîkayê got ku hêzên Amerîkî di rewşa amadebaşîyê de bimînin.