Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Pesna Hewlên Îraqê bo Kontrolkirina Çekan Dide

Karbirêkarê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê Joshua Harris piştgirîya Amerîka û Serok Donald Trump bo hikûmeta Îraqê piştrast kir di hewlên wê de bo kontrolkirina hêzên ji derveyî desthilatdarîya dewletê.

Harris îro Sêşemê hejmareke hevdîtin ligel karbidestên payebilind ên Îraqî pêk anîn, di nav de jî ligel Serokwezîr Elî Zeydî û çend wezîr û karbidestên din.

Dîplomatê Amerîkî destnîşan kir ku Amerîka piştgirîya Îraqeke bi tevahî serwer û serbixwe dike.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Îraqê Qasim el E'recî got ku di hevdîtina îro sêşemê de ligel Harris girîngîya berdewamîya pêvajoya kontrilkirina çekan ji alîyê hikûmetê ve hate danûstandin.

Li gor daxuyanîya wî, Harris pesna pêvajoyê kir û piştgîriya Hevpeymanîya Çarçoveya Hemahengî ya Şî'eyan ji bo kontrolkirina çekan wekî guhertineke girîng binav kir, bi rêya bihêzkirina serbixwebûn û serwerîya Îraqê.

Ev yek di demekê de tê piştî ku rêberên Hevpeymanîya Çarçoveya Hemahengî ya Şî'eyan di civînekê de roja Dûşemê piştgirîya xwe ji bo projeya kontrolkirina çekan nîşan da û behsa girîngîya qutkirina têkilîyên di navbera Hêzên Heşda Şe'ibî û her çarçoveyeke siyasî, partîzanî an civakî de, li ser bingeha bendên destûra Îraqê.

Hêjayî gotinê koma çekdar Esayîb Ehl el Heq, bi serkêşîya Qeys el Xez'elî îro Sêşemê bi fermî ragihand ku ew çekên xwe radestî dewletê dike. Ew dibe duwem koma çekdar piştî Seraya el Selam, koma girêdayî rêberê Şî'e Muqteda el Sedr, ku ragihandineke wisa dike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG