Wezareta Derve ya Amerîkî ji Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka re got ku Wezîrê Derve Marco Rubio bang li Serokwezîrê Îraqê kiriye ku bilezg komên terorîst ên ser bi Îranê ve li Îraqê hilweşîne.
Rubio roja Duşemê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa el Sûdanî re peywendîyeke telefonî pêk anî.
Wezareta Derve di daxuyanîyekê de got ku Wezîrê Derve bi tundî êrîşên terorîstî yên Îran û mîlîşyayên terorîst ên girêdayî wê li ser Îraq û Herêma Kurdistanê şermezar kir. Herdu alîyan tekezî li ser girîngîya serdestîya hikûmeta Îraqê ji bo parastina karmendên Amerîkayî û cihên dîplomatîk.
Wezareta Derve ya Amerîkayê bêtir agahî li ser naveroka peywendîya Rubio û Sûdanî pêşkêşî Dengê Amerîka kir.
Wezareta Derve ji Dengê Amerîka re got: "Wezîrê Derve daxwaz kir ku (Îraq) bilez kar bike jibo hilweşandina mîlîşyayên terorîst ên girêdayî Îranê."
Wezîrê Derve herwiha bang li hikûmeta Îraqê kir ku "êrîşên (wan koman) rawestîne û piştrast bike ku êdî ew nikarin xaka Îraqê bikar bînin ji bo gefxwarina li Amerîka û herêmê."
Banga Amerîkayê ji bo tunekirina van mîlîşyayên terorîst tê ku ew grûp xwe beşek ji sîstema berevanîya fermî ya dewleta Îraqê dibînin. Herwiha, para wan di budceya welêt de heye û çavkanîyên giştî yên Îraqê ji bo debara xwe û xizmeta berjewendîyên Îranê li herêmê bikar tînin.
Amerîka bi fermî komên jêrîn ên Îraqî xistîye lîsteya xwe ya terorîstan: Katayîb Hizbullah, Asayîb Ehl el-Heq, Harket Hizbullah el-Nucaba, Katayîb Îmam Elî, Katayîb Seyîd el-Şuheda û Ensarullah el-Ewfiya.
Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ve li 28'ê Sibatê, Îran û komên wê yên terorîst li Îraqê herî kêm 290 êrîşên mûşek û dronan birine ser Herêma Kurdistanê.