Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Mike Waltz, pêşwazî li biryara dawî ya hikûmeta Iraqê kir ya ku muhlet daye grûpên çekdar ku çekên xwe deyînin.
Karbidestê Amerîkî li ser platforma X'ê bal kişand ser daxuyanîya berdevkê hikûmeta Îraqê ku tê de hatibû diyarkirin heta 30'ê Îlona 2026'an wext hatiye dayîn ji bo bêçekkirina grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê.
Waltz di şîroveya xwe de got: "Rêyeke dirêj li pêş e, lê ev pêngaveke pir mezin e ji bo ku Îraqî welatê xwe vegerînin. Herweha, ev derbeke din li dijî rejîmê (Îranê) ye."
Ev helwesta fermî ya Washingtonê di demekê de tê ku hikûmeta nû ya Îraqê bi serokatiya Elî El-Zeydî pêngavên tund di warê ewlehîyê de davêje da ku biryara serwerî û ewlehiyê di bin kontrola Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de kom bike.
Çavdêr dibêjin gavên wisa rê li ber vebûneke mezintir a aborî û pîşesazîya neftê ligel kompanîyên Amerîkî û Rojavayî vedikin.